Şandeya fransî bi partiyên kurdî re li Qamişloyê dê bicive

Şandeya fransî bi partiyên kurdî re li Qamişloyê dê bicive

PeyamaKurd – Şandeyeke fransî îro sêşemê (24.12.2024) bi nûnerên partiyên kurdî re li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê dê bicive.

Endamê danûstandinan ê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) Nesreldîn Ibrahîm ji North Pressê re ragihand ku şandeya fransî tekezî li ser bilezkirina diyalogê li gel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û karkirina ji bo yekrêziya Kurdî kir.

Doh duşemê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li gel şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka û nûnerên ENKSyê civiya û mijarên girêdayî hevgirtina kurdan gotûbêj kirin.

Îbrahîm diyar kir ku di hevdîtina fermandariya HSDyê, şandeya Koalîsyona Cîhanî û ENKSê de me mijarên ku hatin rojevê nîqaş kirine.

Û wî got ku wan amadebûna xwe ji şandeya fransî re ragihandiye ku piştevaniya her destpêşxeriyê bikin ku armanca wê yekkirina helwêsta kurdî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê be.

Piştî rûxana rejîma Beşar Esed, şandeyên fransî û amerîkî gelek hevdîtin ligel partiyên PYNK û ENKSyê li dar xistine, ji bo pêşxistina nêrîn û daxwazên yekgirtî yên kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.