Îsraîl: Me Haniye, Sînwar û Nesrellah kuşt û rejîma Esed hilweşand
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz, gef li serokên Husiyên Yemenê xwar û got: ‘’Emê serê serokên Husiyan jî jê ikin. Çawa me li Tehranê, Xezeyê û Lubnanê, çi li Haniye, Sînwar û Nesrulah kir, emê heman tiştî li wan jî bikin û li Sûriyê jî rejîma Esed me hilweşand.’’
‘Rejîma Esed me hilweşand’
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz, di axaftineke xwe ya li avahiya wezaretê wiha axivî: ‘’Rêxistina terorîst a Husiyan, heta naha jî moşekan davêje Îsraîlê û ez di destpêka axaftina xwe de dixwazim peyamekî zelal bidim wan. Me Hemas têkşikand, me Hizbulah têkşikand, sîstemên berevaniyê yên Îranê me kor kir û sîstema hilberîna wan jî me ziyanên mezin gehandê. Li Sûriyê me rejîma Esed hilweşand û derbeyên mezin li eniya ne xêrê ya şer da û rêxistina tenê li ser piyan maye li Yemenê rêxistina Husiyane û emê derbeyên mezin li wan jî bidin.”
Katz gef li Hûsiyan xwar û diyar kir: ‘’Dê Îsraîl ziyanên mezin bigihîne jêrxaneya wan a stratejîk û serok û rêberên wan, wek li Tehran, Xeze û Lubnanê, me çi li Îsmaîl Haniye, Yehya Sînwar û Hesen Nesrulah kir, emê serê wan jî jê bikin û emê vê yekê li Hudeyde û Sena bikin.’’
Hêjayî gotinê ye ev cara yekem e Îsraîl, beryirsiya kuştina Îsmaîl Haniye ya li Tehranê digre ser xwe û li ser rûxandina rejîma Beas a Sûriyê jî daxuyaniyeke bi vî rengî dide.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.