Li Sûriyên hukumeta demkî Noelê kir tatîla fermî
PeyamaKurd – Hukumeta demkî ya Sûriyê Noela Xîrîstiyanan kir tatîla fermî. Wê dezgeyên dewletê di rojên 25-26ê Berfanbarê de nexebitin.
Di videoya ku di ser medya civakî de hatibû belavkirin de, grûbekî çekdarê bi maske, li bajarokê Al-Suqaylabiyahê dara ku remza serê salê bû û li meydana bajarok bû, şewitandibûn. Piraniya xelkê bajarok bi xwe Xîrîstiyan in. Hukumeta demkî ya Şamê ragihand:
“Ji kiryarê şervanên biyanî berpirsin, me ew kesan xist binçav û dara xerabkirî bilez hat tamîrkirin.”
Piştî bûyerê li seranserê welat xelk daket kolanan û ji rêvebiriya nû xwest ku kesên ola wan cudane, biparêze.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.