Wezîrê Derve yê Sûriyê li ser vegera penaberên Sûriyê daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Sûriyê li ser vegera penaberên Sûriyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Şeybanî diyar kir ku armanca wan ew e ku rola wî welatî li Rojhilata Navîn bihêztir bikin û ji bo vegera bi rûmet a penaber û penaxwazên Sûriyê bo welatê xwe kar dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî di daxuyaniya xwe de got, "Em dixebitin ku rola Sûriyeyê li herêmê û di asta navneteweyî de zindî bikin. Armanca me ew e ku Sûriye careke din bibe aktoreke sereke li herêmê."

Şeybanî diyar kir ku divê Sûriye di siberojê de bibe welatê her kesî û wiha got: "Di Sûriyeya nû de divê her kes xwe weke parçeyekî vî welatî hîs bike. Divê Sûriye bêyî cudahiyên olî û etnîkî bibe welatê hemû Sûriyeyê. Sûriye wê nûnertiya hemû gelê Sûriyê bike."

Şeybanî li ser mijara penaxwaz û penaberan jî got, "Em hewl didin ku hemû penaber û penaxwazên Sûriyê bi awayekî bi rûmet vegerin."

 
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.