Pûtîn bi Serokomarê Tacîkistanê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokê Tacîkistanê Rahmon doh li ser hevkariya dualî û mijarên herêmî axivîn.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Tacîkistanê Emomali Rahmon li Kompleksa Îgora ya Herêma Lenîngradê ya Rûsyayê hatin cem hev. Her du serokan li ser hevkariya dualî û mijarên herêmî axivîn.
Pûtîn: “Têkiliyên me pir avaker in û bi lez û bez pêşde diçin. Tacîkistan hevalbendê me yê pêbawer e."
Pûtîn diyar kir ku Moskow di warê ewlehiyê de li qada navneteweyî hevkariya xwe ya bi Duşanbeyê ra didomîne û bal kişand ser girîngiya hevkariya navbera her du welatan.
Serokê Rûsyayê amaje bi hevkariyên aborî yên her du welatan kir û got: “Federasyona Rûsyayê di nav hevkarên bazirganî û aborî yên Tacîkistanê de di rêza yekem de ye û di warê sermayeguzariyê de di rêza duyemîn de ye. Par zêdebûnek hebû, îsal jî wê zêde bibe. Ew piçûk e, lê dîsa jî wê bibe."
Pûtîn herwiha diyar kir ku Rûsya amade ye kotaya xwendekarên ji Tacîkistanê di saziyên xwendina bilind de zêde bike û got ku Moskow wê karê mamosteyên Rûsî ku li Tacîkistanê hînkirina zimanê Rûsî dikin zêde bike.
Rahmon pêşniyar kir ku rewşa navdewletî û herwiha pirsgirêkên ewlekariya herêmî û cîhanî bên çareserkirin. Herwiha tekez kir ku Rûsya şirîkê sereke yê stratejîk ê Tacîkistanê ye.