Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em ê lîderên Hûsiyên Yemenê bikin hedef

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em ê lîderên Hûsiyên Yemenê bikin hedef

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz dîsa gefa wê yekê xwar ku ew ê lîderên Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê bi êrîşan bikin hedef.

Katz li baregeheke ku Îsraîlê sîstemên berevaniya esmanî yên Qubeya Hesin li ser hene ziyaret kir û wiha got, "Em ê li Sanayê û li her derê Yemenê ji lîderên Hûsiyan hesab bipirsin."

Katz bal kişand ser moşekên ku îro danê sibê ji Yemenê hatine avêtin û got, “Metirsiya îro li esman, şerê moşekî yê ewil e. Em qebûl nakin ku Hûsî êrîşên Îsraîlê bidomînin."

 
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.