Li Sûriyê 3 dadger kuştî hatin dîtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser rêya bajarê Hema – Misyaf ê Sûriyê, 3 dadger hatin kuştin ku termên wan avêtibûn ser rêya gundê Rebîa yê rojavayê Hemayê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, li ser rêya Hema - Misyafê 3 dadger hatin kuştin û cenazeyên wan avêtibûn ser rêya gundê Rebîa yê rojavayê Hemayê ku ew dadger hê jî li ser karê xwe bûn.
Navên wan dadgeran jî Munzir Hesen û Mehmûd Hemûd ên ji Misyafê û Yûsif Xenûm ê ji bajarokê Qedmûs a Sûriyê bûn.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.