Li Duhokê di salekê de 35 projeyên veberhênanê pêk hatin
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Duhokê eşkere kir ku di nav sala 2024an de 35 projeyên veberhênanê li Duhokê hatine pêkanîn ku di heyama Kabîneya Nehem bi giştî de jî 109 projeyan moleta veberhênanê wergirtiye.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Duhokê Dr. Haval Sadiq di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Ji 01-01-2024an heta roja sêşemê 24-12-2024an, rêveberiya me 35 molet bo projeyên cuda yên veberhênanê li parêzgeha Duhokê hatine dayîn.”
Sadiq got: “Koma giştî ya xerciya wan projeyên ku îsal me moleta dabûne wan, digehe zêdetirî 240 milyon dolaran û li ser rûbera zêdetirî milyonek metre çargoşe hatine bicihkirin.”
Dr. Haval da zanîn: “Îsal me girîngiyeke mezin daye geşepêdana sektora geştiyariyê, bi taybetî me projeyên geştyarî li deverên ku xwezaya wan ji bo projeyên weha guncaw e, bicih kirine.”
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Duhokê eşkere kir: “Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê de, rêveberiya me molet veberhênanê dane 109 projeyan li parêzgeha Duhokê, ku bihayê wan zêdetirî 904 milyon dolar e.”
Dawiyê jî Dr. Sadiq diyar kir: “Ji sala 2007an heta roja sêşemê 24-12-2024, nêzîkî 317 projeyên veberhênanê bi bihayê zêdetir ji 6 milyar dolaran li parêzgeha Duhokê hatine bicihanîn.”
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.