Bakirhan: Divê kilîda Îmraliyê bê vekirin
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Wekhevî û Aştiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakırhan, di komcivîna parlamenê de, rexne li siyaseta deshilata Tirkiyê ya Sûriyê girt ku ji bo Kurdan cuda tevdigere.
Bakirhan, bal kişand ser êrîşên komên çekdar û artêşa Tirk bi balafirên bêmirov li ser Kobaniyê û ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re got, “Birêz Fîdan, Birêz Kalin, li şûna hûn bi SÎHAyan li Kobaniyê dinêrin, dîyalogê pêk bînin. Ew ne maseya we ya emelîyatê ye, êdî dev ji înkar û şer berdin.”
Li ser bersivnedana serlêdana wan a hevdîtina Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê jî Bakirhan diyar kir, “Divê êdî Wezîrê Dadê mijulkirinê berde û kilîda wê derê û deriyê wê veke, daku hevdîtin bê kirin. Wezîrê Dadê her carê tiştekî dibêje. Pêşî got piştî hevdîtinên budçeyê, êdî divê mijulkirinê berdin û kilîda wir vekirin.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.