Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – 2 girtiyên kurd ên ji bajarê Bane û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê, yên bi navê Saman Fexrî û Esed Emînî ku beriya niha ji ber madeyên hişbir, mehkûmî darvekirinê hatibûn kirin, di Girtîgeha Navendî ya Cîroftê de ya li parêzgeha Kirmanê hatine bidarvekirin.

Li gorî raporeke ku gihaye Saziya mafê Mirov a Hengawê, îro, pêncşemê (26.12.2024), 2 girtiyên bi navên Esed Emîniyê (27) ji Serdeştê û Saman Fexriyê (33) ji Baneyê di Girtîgeha Navendî ya Cîroftê de hatine bidarvekirin. 

Hengawê berê ragihandibû ku ev her 2 girtî roja sêşemê (24.12.2024) ve ji bo ku hikimê bidarvekirinê wan pêk bê, xistibûn hicreyên yekkesî.

Hengaw bi bîr dixe ku ev her girtiyên kurd di adara 2021ê de li bajarê Cîroftê hatine destbiserkirin û di dosyayeke hevbeş de ji aliyê sîstema dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi hinceta “tawanên madeyên hişbir”, mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin.

Herweha Hengaw tekez dike ku nûçeya bidarvekirina van her 2 girtiyên kurd heta niha jî di medyaya rejîma Îranê de nehatiye belavkirin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.