HSD û SOHR bîlançoya Minbicê eşkere kirin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û SOHR der barê windahiyên di şerê duh ê li Minbicê de çêbûn de daxuyaniyek dan.
Şerê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li derdora bendava Tişrînê û bejahiya Minbicê didome.
HSDê ragihand ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hemû êrîşên li ser bejahiya başûrrojhilatê Minbicê û bendava Tişrînê şikandin.
Li gorî daxuyaniyê, di şer û pevçûnan de 14 endamên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. 2 tank, 2 kamyon û 2 motorsîkletên SMO hatin desteserkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî dîmenên çalakiyên şervanên xwe yên li başûrê rojhilatê Minbicê belav kirin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye jî ragihand, di şerê dOh li derdora Bendava Tişrînê de 12 endamên SNA yên ku Tirkiyê piştgirîya wan dike hatine kuştin û 3 şervanên HSDê jî birîndar bûne.