Koşka Elysee: Hukumeta Fransayê hat avakirin

Koşka Elysee: Hukumeta Fransayê hat avakirin

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanule Macron ji bo hukumeta Fransayê ava bike, erkê dabû François Bayrou da hukumetê ava bike. Li ser avakirina hukumetê sekreterê Koşka Elysee Alexis Kohler ragihand ku serokê Tevgera Demokrat (MoDem) Bayrou hukumetê ava kiriye.

Di nav kabîna nûh de serokwezîra berê Elisabeth Borne bû wezîra perwerdê. Serokwezîrê berê Manuel Valls bû wezîrê erdên Fransayê yên aliyê dinê yên deryayê, Eric Lombard bû wezîrê darayî, Catherine Vautrin bû wezîra tenduristiyê, Laurent Marcangeli bû wezîrê xizmeta giştî, Annie Genevard bû wezîra çandiniyê, Marie Barsacq bû wezîra werziş û ciwanan, François Rebsamen jî bû wezîrê hawirdoriyê.

Wezîrê bergiriyê ku di hukumeta berê de wezîr bû, Sebastian Lecornu bû wezîrê berevaniyê. Wê wezîrê berê yê karên derve Jean-Noel Barrot, wezîrê karên navxwe Bruno Retailleau û wezîra rewşenbiriyê Rachida Dati dê karên xwe dewam bikin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.