Li bajarê Meletiye bi çekan li hev xistin û kesekî hat kuştin
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê li taxa Zaferê, di pevçûna bi çekan de, kesê bi navê Batuhan Kökovalı (26) giran birîndar bû û li nexweşxana dewletê ya Battalgaziyê jiyana xwe ji dest da.
Li ser bûyerê polîs 3 kesan xist binçav. Kesên polîs wan xist binçav; Ş.F.A, G.B. û B.Ş. in.
Bûyera ku bi munaqeşê destpêkir, bû sedema ku bi çekan li hev bixin. Dema polîs û tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê, birîndar Batuhan Kökovalı birin nexweşxana dewletê ya Battalgaziyê û li nexweşxanê can da.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.