Neçirvan Barzanî bangî hêzên navdewletî kir da mafê Kurdên Rojava biparêzin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav hefta borî de bi wezîrên bergiriyê yên Almanya, Îtalya û Hollanda re civiya. Her weha bi rayedarên Tirkiyê, serokerkanê Îngîltere û bi fermandarê koalisyona li dijî IŞİDê yê Iraq-Sûriyê re civiya.
Mijara Barzanî ya di civînan de jî yek ji wan rewşa li Sûriyê bû. Welatên Rojava xwestin di mijara guherînên li Sûriyê û fikr û rola herêma Kurdistanê ya di mijarê de hîn bibin.
Barzanî, di civînan de behsa girîngiya parastina îstîqrara Sûriyê û garantîkirina mafên Kurdên Sûriyê kir. Barzanî xwest ku hêzên Koalîsyonê yên li hemberê IŞİDê hebûna xwe ya li herêmê dewam bikin. Talûka IŞİDê ya li herêmê dewam dike û agahiyan da welatên hevkar.
Li gor raporên tên dayîn; IŞİD li deverên nêzî Bexdayê û li Sûriyê li deverên wekî Ebûkemalê xwe ji nûh de birêdixe. Ev rewşa IŞİDê ji aliyê Herêma Kurdistanê û dewletên hevkar de wekî tehdîd tê ravekirin.
Di civînan de beha girîngiya xwutkirina hevkariya navbera Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û koalisyona navdewletî hat kirin. Bi taybetî xwenûhkirina hêzên Pêşmerge û pêşdeçûnên pêvajoya entegrasyonê di rojeva wan de bû.
Di civînan de, ne tenê behsa rola Herêma Kurdistanê ya li Iraqê lê behsa girîngiya Herêma Kurdistanê ya di avakirina îstîqrar herêmê de an kuı Rojhilata Navîn hat kirin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.