Sûdanî li ser gora komî ya enfalkiriyên Kurd peyamek belav kir: Çîroka hovîtiyê ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser dîtina goreke komî ya enfalbûyan li çolên Semawe ya Iraqê peyamek belav kir. Sûdanî got, ew gor çîroka wê hovîtiya li hember gelê me hatiye kirin a di bin desthilata dîktatorî de vedibêje.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed, li ser hesabê xwe yê Xê ji bo gora komî ya enfalbûyên Kurd ku doh li çolên Semawe hatiye dîtin ragihand: “Her çend sal li ser nemana rejîma Beas a zilmkara li ser dilê Iraqiyan re derbas dibin jî, lê derketina belgeyên wan tewanên mezin ên desthilata qirker, roj bo roj berdewam in, ku çîrokên hovane yên li dijî gelê me, di bin desthilata dîktatorî de pêkhatine vedibêje.’’
Sûdanî diyar kir: ‘’Dîtina gora komî ya nû, ku ji termên xelkê sivîl û zarok û jinên bê tewan ê gelê me yê kurd li çolên Semawe pêk tê, karwanê xwîn, xebat û êşên hatine kişandin tîne berçav, ku ji dest hovîtiya rejîma nijadperest kişandine.”
Sûdanî di dawiyê got: ‘’Rûmet û rehmeta xwedê ji bo şehîdên Iraqê û şehîdên zilm û qurbaniyên hovîtiya dîktatoriyê.’’
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.