Şahiya dawetê bû gola xwînê: Bûk jî di nav de 5 kuştî

Şahiya dawetê bû gola xwînê: Bûk jî di nav de 5 kuştî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarokê El-Meyadîn ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê Endamekî hêzên Dîfa Wetenî yê girêdayî rejîma Sûriyê, di dema lidarxistina dawetekê de êrîş kir û bûk jî di nav de 5 kes kuştin.

Hate diyarkirin ku êrîşkar bi bombeyên destan êrîşî nav dawetê kiriye sedem jî ew bûye, ku beriya niha malbata keça daweta wê dibe, red kiriye keça xwe bidinê.

Êrîşkar piştî avêtina bombeyan bêserûber gule berdan ser malbata bûk û zava û bûk jî di nav de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, bûka bi navê Delal El-Rezûq, bavê wê û birayê wê hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrîşkar jî dema êrîşê ji aliyê beşdarekî şahiya dawetê ve hatiye kuştin.