Ciner Holding parên (hisse) xwe yên weşanê firotin Can Holdingê
PeyamaKurd – Weşana Ciner Holdingê parên (hisse) xwe yên weşanê yên weka HaberTürk, Show TV, Bloomberg HT û HT Sporê firotin (dewr) Can Holdingê. Bi vê dewrê re, Turgay Ciner ê xwediyê weşanên navborî bi temamî ji seha medyayê vekişiya. Grûba bi navê Park ragihand ku ji bo xwe bi temamî bidin ser seha madenê, dev ji seha medyayê berdaye.
Can Holding di seha perwerdê û sehayên weka wê de xebatê dike û veberhênanên xwe dike. Can Holding hissedarê grûba Parkê ye. Grûba Parkê weha got:
“Grûba Parkê biryara xwe daye da xwe bide ser seha sektora madenê da bigihê hedefa xwe. Di çarçova vê biryarê de, temamê hisseyên Holding a Cinerê yên weşanê ku bi ser Grûba Parkê de ye, dewrî Grûba Can kiriye, peymanê îmza kiriye ku xwediyê Zankoya Bilgi, Kollejên Doğayê û seha perwerdê ye. Wê Dezgeya Rekabetê erê bike û paşî biryar bicîh were. Bi hêviya ku nefesekî nûh bide medyayê û hêzê bide xebatkarên medyayê û em mijarê digihînin raya giştî.”
Li ser mijarê Grûba Canê daxwuyanî da raya giştî û got:
“Me bi Park Grûbê ya xwediyê medyayê ya ku parên me yên Cinerê yên weşanê sitendiye peymanê îmza kir. Ji ber nezaket û rêzgirtina Grûba Parkê em sipasiya xwe dikin. Piştî karên dewrê temam bibe, wê veberhênanên me yên sektora medyayê ji aliyê serokê rêvebiriya Ciner Yayın Holdingê ji aliyê rêzdar Mehmet Kenan Tekdağ de tekanê bê îdarekirin. Bi rêz ji bo raya giştî em radigihînin.”
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.