Hikûmeta Tirkiyê biryar da: Penaberên Sûrî bi otomobîlên xwe dikarin biçin
PeyamaKurd - Hikûmeta Turkiyê ji bo hêsanîkirina vegera penaberên Sûrîyê ya welatên wan biryar da ku dikarin ew bi otomobîlên xwe vegerin.
Wezareta Bazirganiyê ya Turkiyê biryarek derbarê vegera penaberên Sûrîyê bo welatên wan derxist ku li gorî biryarê penaber dikarin piştî ku navê xwe li dadweriyê tomar bikin, bi otombîlên xwe ji Tirkiyê derkevin û ji sînoran derbasî Sûriyê bibin.
Herwiha biryar hatiye dayîn ku penaber dikarin heta 10 dolarên Amerîkî bêyî bankan pereyên xwe derbasî Sûriyê bikin.
Hêjayî gotinê ye, niha deriyê Oncupinar û Yayladagi yê sînorî ji bo vegera penaberên Sûriyê vekirîne.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.