Erdogan li Enqereyê bi Serokê Durziyan re civiya
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Durziyên Lubnanê Welîd Canbolat li ser rewşa Sûriyê û Durziyan hevdîtin kirin.
Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 24ê Kanûnê li Enqereyê pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû a Lubnanê Welîd Canbolat kir. Civîna Erdogan û Canbolat ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Hêjayî gotinê ye, Conbolat, 22yê Kanûnê jî li Şamê bi Serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtin pêk anîbû. Canbolat di pêwendiya telefonî ya 15ê Kanûnê de jî ji ber hilweşandina rêjîma Esed, Colanî pîroz kiribû.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.