Netanyahu: Di hevdîtinên bi Hamasê re, di seha agirbesê û guherîna esîran de pêşdeçûn heye
PeyamaKurd: Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ragihand ku di hevdîtinên bi Hamasê re, di seha agirbesa li Xezayê û guherîna esîran de pêşdeçûn heye. Netenyahu, di dema di meclisa Îsraîlê (Knesset) de diaxifî, ragihandina xwe kir.
Netenyahu got ku nikare roj bide bê kengê wê şeklê dawiyê bidin peymanê û weha dewam kir:
“Her tiştê em dikin, em nikarin ji we re bêjin lê di her sehayê de em gavan davêjin. Heya dîlên li Xezzayê bên berdan, wê xebatên me dewam bikin. Artêşa Îsraîlê rûyê Rojhilata Navîn guhertiye û em niha bi tehdîda Îranê re rû bi rû ne.
Me biryarê daye û em nahêlin Îran çekên nuklerî û yên weka wan bidest bixe he ya bi wan çekan bajar û welatê me tehdîd bike.”
Netenyahu li ser êrîşên Hûsiyan yê bi desteka Îranê got ku êrîşa do birine ser Hûsiyan, ne êrîşa ewilî bû û wê ne ya dawiyê be.
Li Şerîda Xezayê tê texmînkirin ku 101 esîrên (dîlên) Îsraîlê di destê Hamasê û grûbên hevkarên wê de ne.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.