Li Bexdayê û Nasiriye li dijî erkdarkirina Elawî xwepêsandan

Li Bexdayê û Nasiriye li dijî erkdarkirina Elawî xwepêsandan

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê û bajarê Nasiriye xwepêşander li dijî erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî bo serokwezîrtîyê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê derketin kolanan.

Xwepêşanderan li dijî erkdarkirina Elawî dest bi greva giştî û kirin û herwiha xwestin fermandariya polîsên Iraqê karvekêşana xwe bide.

Doh bi şev li bajarê Nasriye ku dikeve navenda parêzgeha Ziqar ya Başûrê Iraqê, xwepêşanderan bi girtina rê û pirên nav bajêr, greva giştî dane destpêkirin.

Xwepêşandana li Nasriye dijî erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî pêk hat.

Herwiha doh 8ê Sibatê li meydana Tehrîr ya Bexdayê jî xwepêşanderan daxwaza vekişîna Elawî ji wergirtina erka serokwezirtiya hat kirin û xwepêşanderan got, ji ber ku Elawî ji aliyê mercîyê bilind ê şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî ve hatiye destnîşankirin ew serokwezîrtiya wî bo hikûmeta nû qebûl nakin.

Xwepêşanderan bêdengkirin û binpêkirina mafê xwepêşandêrên li Necef û Kerbelayê şermezar kirin. Wan herwiha bi nameyekê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî NY kir û xwest zextê li hikûmeta Iraqê bikin da ku di demeke kurt de hikumetek ji bo rizgarkirina welat were avakirin û banga dawîanîna kuştina xwepêşanderan kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin