YE ji ber zextên li ser HDP û endamên wê ketiye fikarên kûr

YE ji ber zextên li ser HDP û endamên wê ketiye fikarên kûr

PeyamaKurd – Di derbarê zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûnerê Bilind yê Siyasetên Ewlekarî û Peywendiyên Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell, daxuyaniyek belav kir.

Li gor Berdevikê Borrell, Peter Stano da zanîn, YE ji ber zextên li ser HDP û endamên wê ketiye fikarên kûr.

Stano bal kişand ku li Tirkîyê di demên dawî de girtin çêbûne, bajarvanên hatine hilbijartin ji kar hatine dûr xistin û dîyar kir, Parlamenê hewil daye ku parêzbendiya Parlamanteran rake.

Herwiha destnîşan kir, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa (EHRC) bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş biryara berdanê daye, lê Tirkîyê ew bernedaye û da zanîn, piştî wê biryarê endamên wê partîyê ji ber tawanên girêdayî terorê hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniyê, karbidestên YEê bang li Tirkiyê dikin ku mafên mirovan biparêze û bo sîstema demokratîk û azadiya birêxistinbûna sîyasî garantiyê çêke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin