Yekî bi keviran êrîşî Şaredariya Sirûcê kir

PeyamaKurd – Li dijî Şaredariya Sirûcê ya Rihayê êrîşeke bi keviran hate kirin û êrîşkar hate binçavkirin.
Bûyer duh, derdora saet 02:28ê şevê li ber Şaredariya Sirûcê qewimî.
Kesekî nenas çû pêşiya avahiya şaredariyê û kevirekî mezin avêt derî. Piştî demekr kurt, êrîşkar vegeriya pêşiya avahiya şaredariyê û dîsa li derî da. Ev kêlî di kamerayên ewlehiyê de hat tomarkirin.
Heta niha nayê zanîn armanca êrîşê çi bû.
Êrîşkar Baran Şahin ji aliyê tîmên polîsan ve hate naskirin û hate binçavkirin.
Baran Şahîn birin Midîriyeta Polîsan a Sirûcî û lêpirsîna wî ya li qereqolê berdewam dike.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




