PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata birayê têkoşerê gelê Kurd Cewher Namiq Salim, Yawer Namiq Salim, peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata Yawer Namiq Salim
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Yawer Namiq Salim birayê têkoşerê gelê me xwedê jê razî Cewher Namiq Salim gihîşt me. Serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we yên azîz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.01.2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin