YEyê êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

YEyê êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

PeyamaKurd – Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê û delegasyona YEyê, êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir.

Balyozê YEyê yê Iraqê Clemens Semtner, bi nameyekî xîtabî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û destek û selametiyê bo wî ragihand.

Semtner, di nama xwe de rehetiya xwe ya ji ber birîndarî û mirin di êrîşê de nebûye ragihand û got:

“Ev rûdanên şiddetê yên bi bêbersiyarane rewşa hesas ya li Iraqê û Kurdistanê dixe talûkê û asta wê bilind dike.”

Balyozê YEyê yê Iraqê got ku êrîşên ser balyozxanan, mîsyonên dîplomatîk û êrîşên ser rayedarên di asta bilind de yên ku Iraqê û Herêma Kurdistanê temsîl dikin nayên qebûl kirin û got ku tevger tevgerekî krîmînal e.

Semtner got ku ti sedemekî nabe mazeret ji bo êrîşên weha û pêwiste kiryar zelal bibe, yên kirine tesbît bikin û wan teslîmê edaletê bikin.

Kopyakî namê jî şandin bo serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiyaes-Sûdanî û yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî. Di namê de temamê terefan dawet kir bo çareseriya arîşeyên hundir di rêya aştiyane de.

Di namê de her weha destekê bo çareseriya şerê dewam dike xwest û xwest ku destekê bidin çareseriya dîplomatîk.