PeyamaKurd –
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç derbarê berdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku di doza Kobaniyê de 42 sal cezayê girtîgehê wergirt û tevî biryara DMMEyê ya li dijî wî, nehatiye berdan daxuyaniyek da.
Yilmaz Tunç di axaftina xwe ya li Parlementoyê de, li ser biryara DMMEyê ya derbarê Demirtaş de wiha axivî:
"Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê ji aliyê dadgeha têkildar ve were nirxandin. Aliyên têkildar jî di vî warî de serlêdanên xwe kirine. Ne mimkun e ku em mudaxeleyî pêvajoya dadwerî bikin, ne jî wezaret mudaxele bike."