Peyamakurd - Xwendekareke tirk ku li bajarê Edirneyê dema merasîma yadkirina damezirînerê Komara Tirkiyê Ataturk bi îdiaya gotinên, “Ataturk ne Xweda ye, qanûnên Xweda hene. Ataturk qanûnên rojavayî anîn. Nebin senemparêz.” hatibû binçavkirin, hat girtin.
Xwendekara Zanîngehê ya bi navê Emîne Şahîn dema merasîmên 10ê Mijdarê yên yadkirinê hatibû binçavkirin û bi hinceta ku li dijî Ataturk axivî ye hat girtin.
Li gor raportên medya tirk, her çiqas partiya deshilatdar AK Partî heta niha xwe wekî partiyeke îslamî û dijberê Kemalîzmê nîşan dida jî herî zêde di heyama deshilatdariya wan de, ji heqaretkirina Ataturk ceza hatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin