Kursiyên li dora Îbrahîm Xelîl Rehman rakirin

Kursiyên li dora Îbrahîm Xelîl Rehman rakirin

PeyamaKurd- Li ser mijara ku xelk ji mala xwe dertê û diçe ser kursiyên li der û dora Xelîl û Rehman rûdinên, bi sedema tedbîrên berlêgirtina koronavîrusê hatin rakirin. Rêvebiriyên bajarê Rihayê nikaribûn serî bi derketina xelkê re bo derve derên, bi taybetî bi kesên emrên wan serebûn re. Lewra kursiyên dora Gola Xelîl Rehman û Gola Eynzelxayê rakirin.

Xelkê ku nema kursiyan bibînin da li ser wan rûnên, niha li ser giha û çêmenan rûdinên û wexta xwe derbas dikin. Lê ji îşev siet piştî 24.00 ê şevê, derketina xelkê di 65 salî de, bo derve hat qedexekirin û wê pêdiviyên wan ji aliyê grûbeka tayînkirî de bên temîn kirin, eger xizmetkarên mala wan yên di bin 65 saliyan de nîn bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin