PeyamaKurd- Li Çînê, bi roketa Lijian-1ê 9 peyk bo fezayê hatin şandin.
Di nav peykan de, peyka bi navê "Jixing High Resolution 07D01" heye, ku ji bo sektora enerjiyê ya welêt wekî yekem e û herwiha peykeke çavdêriya jîngehê ya Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (BAE) jî di nav de ye.
Çînê roketa Lijian-1 (navê wê yê din Kinetica-1 Y11) ku 9 peyk hildigirtin şand fezayê. Roket ji Navenda Avêtina Peykan a Jiuquan a li herêma ceribandinê ya fezayê ya bazirganî li Dongfeng a bakurê rojavayê welêt, di saet 12.03 bi dema herêmî de hat avêtin.
Hemû peykên bo fezayê hatin şandin gihîştin rêgehên xwe. Bi vê avêtinê, peyka bi navê "Jixing High Resolution 07D01" ku xwedî şiyana hestkirina ji dûr ve ye û wekî yekem di sektora enerjiyê ya Çînê de tê binavkirin, li rêgeha xwe cîh girt.