‘Amerîka li alternatîfên kontrolkirina Xezeyê digere’

‘Amerîka li alternatîfên kontrolkirina Xezeyê digere’

PeyamaKurd – Şerê Îsraîl û Hemasê ev mehek e dewam dike û li gorî Îsraîlê heta Hemas li Xezeyê bê tunekirin wê ew şer berdewam bike ku Amerîka jî piştevaniyeke tam dide Îsraîlê.

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê ′Washington li alternatîfên kontrolkirina Xezayê digere′ belav ki.

Di nûçeyê de serdana Îsraîlê ya wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hatiye bibîrxistin û hatiye destnîşankirin ku ev serdan li gorî Washingtonê ragihandiye di çarçoveya gereke nû ya li Rojhilata Navîn de pêk tê.

Di dewama nivîsê de tê gotin: ′′Hê jî rêveberiya Joe Biden hewldanên cihêreng li ser şerê Xezeyê dike. Ligel wê jî yekîneyên taybet ên Amerîkayê ji Îsraîlê re hatin şandin da ku destwerdanê li operasyonên rizgarkirina girtiyên li cem Hemasê bike û alternatîfên muhtemel ên kontrolkirina Xezeyê bibîne.′′

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin