PeyamaKurd - Kylie Jenner bûye ciwantirîn milyardera cîhanê Model û karmsaza kozmetîkê ya amerîkî Kylie Jenner a 21 salî bûye “ciwantirîn milyardera cîhanê”.
Kovara amerîkî Forbesê ragihand ku serweta model û xwediya kompaniya bi navê Cosmeticsê Kylie Jenner a 21 salî bû gihaştiye milyarek dolar û bûye “ciwantirîn milyardera cîhanê”.
Jenner derbarê mijarê da ji Forbesê re axivîye û gotiye, “min qet hêvî û pêşbînîya vê yekê nedikir. Lê hesteke gelek xweş e.” Hêjayî gotinê ye ku Kylie Jennerê ev unvan ji xwedî û damezirînerê Facebookê Mark Zukerbergî wergirt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin