PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku tehliya xebatkarên konsulxaneya Kabîlê ya Afxanistanê temam bû. Berdevkê wezaretê Ned Price mijarê ragihand û got; xebatkarên dîplomatîk yên ku mane, dê di tehliyê de, alîkariya hemwelatiyên Amerîka û Afxaniyan bikin.
Price, di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihandina xwe kir. Price, her weha got ku John Bass ku niha li Tirkiyê dixebite û berê serkonsolosê Afxanistanê bû, bo koordînasyona tehliyê dê here Kabîlê.
Li ser axaftina berdevkê Talîbanê Zabibullah Mucahîd ku îro li ser navê Talîbanê ragihandina çapemeniyê ya yekem kir, Price got ku gotinên wî girîngin lê dê li tevgerên Talîbanê binêrin. Price weha got:
“Amerîka û civaka navdewletî dê Afxanistanê ji nêz de bişopîne. Bi sedema her tişt zû guherîn, giraniya navenda Talîbanê ji Doha’yê ber bi Afxanistanê de diçe. Me navenda diyalogê li gor wê guhert. Ji niha û pê de em ê jî wisa dewam bikin.”
Price, li ser pirsa piştî di 31 ê tebaxê de, tehliye biqedin, dê li Afxanistanê bimînin an na de got:
“Eger ewlehî hebe û pêwist be, bo demekî dirêj bimînin, dê li serê bifikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin