PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqîn serokê eşîreke Kurd bi navê Aras Ferman Merdan Hemewendî û malbata wî qetil kirin.
Piştî karesata 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên Iraqê bi alîkariya çend kesan di nava aliyekî Kurdî de û bi alîkariya welatekî herêmê, karîn herêmên Kurdistanî ku nîqaş li ser dagir bikin. Ew hêz nikarin navçeyên Kurdistanî biparêzin û piştî ku Hêzên Pêşmerge ew navçe bi xwîna xwe rizgar kirin, êdî careke din li wan navçeyan DAIŞ bihêz dibe û rojane xelkê wan herêman qetil dikin.
Cîgirê Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Ekber Heyder ji malpera PDKê re ragihand: “Terorîstên DAIŞê di hersê rojê cejnê de jî dest ji karê xwe yê terorîstî bernedan û îro bi rêya danîna bombeyekê Serokê Eşîra Hemewend Aras Ferman Merdan Hemewendî û hevjîna wî qetil kirin, ku ew bombe bi otomobîla wî teqandine, di dema ku dixwestin biçin ser erdê xwe.”
Ekber Heyder wiha got: “Terorîstên DAIŞê hêzên xwe kirine partîzanî ji bo karên terorîstî û xelkê gundên Xaneqîn wan dibînin. Êrîş dikin ser welatiyên sivîl û ser hêzên Iraqê. Lê hêzên Iraqê nikarin wek pêwist rûbirûyê wan bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin