PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku wê jimara karkerên biyanî li Kanadayê kêm bike û bangî kargeh, dezgeh û avahiyan kir ku veberhênan xwe li gor karkerên Kandayê bikin.
Trudeau got ku wê jimara ‘karkerên demkî yên mehaneyên wan kêm’, kêm bikin û weha got:
“Bazara keda karkeran guherî. Niha wexte ku karegehên me veberhênana xwe ji karkerên Kanadayî re û ji xortan re vekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin