PeyamaKurd- Bi sedema hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya herêma Kurdistanê, wezîrê karên derve yê Vatîkanê Pietro Parolin, pîrozbahiya Barzanî kir û di wezîfa wî ya nûh de, jê re serkeftinê xwest. Pietro bo Nêçîrvan Barzanî nameya pîrozbahiyê şand û weha got:
“Bi sedema hilbijartina cenabê te bo serokatiya herêma Kurdistanê te pîroz dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku te, malbata te û xelkê herêmê ji bereketa xwe mehrûm neke.”
Parolin di peyama xwe de ragihand ku ew bawere dê Nêçîrvan Barzanî di wezîfeya xwe de biserbikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin