PeyamaKurd-Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ji bo Rûbleya Rûs bi emtiayên cur be cûr ên giranbuha were hesibandin, nîqaş û guftûgo tên kirin.
Dmitriy Peskov, li paytext Moskowê pirsên rojnamevanan bersivand. Peskov da zanîn ku ji bo Rûbleya Rûs li ser emtiayên ku nirxê wan bi zêr û dovîzan tê îndekskirin, hevdîtin tên kirin.
Peskov, li ser lîsteya dorpêçê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden a desteserkirina mal û milkên olîgarkên Rûs jî axivî. Berdevkê Kemlînê li ser mijarê got, “Ev rewş, rewşeke gelek xeternak û mînak e. Ev liv û tevger, bi temamî dijhiqûqî ye û tê wateya binpêkirina têgehên hiqûqê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin