Ford 12 hezar xebatkar ji kar derdixe

Ford 12 hezar xebatkar ji kar derdixe

PeyamaKurd- Şîrketa Fordê ragihand ku heya dawiya sala 2020an plan kiriye ku li seranserê Awrûpayê 12 hezar karmendan ji kar derbixe. Rêvebire giştî yê Fordê yê Tirkiyê Haydar Yenigün ragihand ku ev biryar bandorê dê li Ford a li Tirkiyê neke.

Niha Ford bo 6 tesîsên xwe yên hilberînê yên li Awrûpayê di nava tevgerê de ye da  tesîsan bigre an jî bifroşe. Welatên ku ji girtina 6 dezgeyên Fordê tesîrê bibînin, bêhtir Almanya, Îngîltere û Rusya ye. Li Îngîltere li Gallera bakûr fabrika Bridgend Motorê, li Fransayê fabrika şanzimanê, li Rûsyayê Naberezhnye Chelny û St Petersburg, fabrîqeyên motorê yên Elabugayê û li Slovakyayê dezgeya şanziman ya Kechnec di nava yên ku bên girtin an bên firotinde ne.

Serokê Fordê yê Awrûpayê Stuart Rowley mijarê weha ragihand:

“ Mirov xebatkaran ji kar derxe an fabrîqeyan bigre di nava biryarên herî zor de ne. Em dizanin dê ev bandorê li malbat û civakê bike. Bo kêmkirina bandorê em destekê didin wan.”

Ford li seranserê Awrûpayê raste rast an bi rêya ortaxan kar daye 51 hezar karmendan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin