PeyamaKurd - Li Japonyayê hejmara kesên di tîrmehê da ji ber şert û mercên hewayê û felaketan mirin ji 300î derbas bû.
Meqamên fermî yên berpirsyarê rêveberiya afatê diyar kirin ku di 2 hefteyên ewil ên tîrmehê da ji ber lehî û hêlanê 222 kes mirin. Ji 9 kesên winda bibûn jî hê xeberek nehat hildan.
Wekî mayîn rayedaran gotin di tîrmehê da li welatê ku germahiya hewayê lê ji 40 pileyî zêdetir bûye kêmzêde 100 kes ji ber germahiya zêde pirsgirêkên tenduristiyê jiyan û mirin.
Ji hêla din va ajansa Kyodoyê wekî çavkanî Ajansa Rêveberiya Afat û Şewatê nîşan da û got ku di navbera 30yê nîsanê û 29ê tîrmehê da ji ber germahiya zêde 125 kes mirin, ji 57 hezar û 500î zêdetir kes jî tavîşkî bûn û serî li nexweşxaneyan xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin