Qeydiya Sûriyeyiyên li Ankara li ku derê be wê wan bisînin wan bajaran

Qeydiya Sûriyeyiyên li Ankara li ku derê be wê wan bisînin wan bajaran

PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Koçberan ya bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku Sûriyeyiyên li Anakara, qeydiya wan li ku derê be wê wan bişînin ciyên wan.  Rêvebiriya Giştî ya Koçberan ya Tirkiyê biryarê da piştî 2 yê êlûnê sînorên Ankara bo demkî girtine bin parastinê qeydiya demkî li wê derê wê çênebe. Rêvebiriya giştî weha got:

“Ji 2 yê êlûna 2021 ê û pêve sînorên Ankara ji bo qeydiya demkî hatiye girtin. Sûriyeyiyên ku li Ankara ne lê qeydiyên wan li bajarên dinê ne, wê bên tesbîtkirin û bişînin ciyê qeydiyên wan lê.

Avahiyên li Ankara yên valane û hatine terkkirin, yên bo maddeyên hişbir û bûyerên asayîşê bûne hêlîn, wê bên tesbîtkirin, xerabkirin an tehilekirin da kesên biyanî tê de nemînin. Kargehên ku qeydiya wan ya li Tirkiyê tinebin wê ji bo qanûn bên bicîhanîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin