Qesra Sipî: Berya 2019an bi Putin re hevdîtin nabe

Qesra Sipî: Berya 2019an bi Putin re hevdîtin nabe

PeyamaKurd- Qesra Sipî ya ku serokê Amerîkayê Trump jê dewletê birêvedibe ragihand ku berya 2019an nabe ku her dû serok Trump û Putin hevdîtinê bikin. Ragihandin ji aliyê şîretkarê ewlehiyê yê netewî yê Qesra Sipî, ji aliyê John Bolton de hat kirin.

Bolton, bi nivîskî weha ragihand: “Serok Trump bawer dike ku divê hevdîtin ‘piştî nêçîra pîrhevokê’ ya ku li dijî Rûsyayê tê meşandin be. Me fikra xwe kir yek yek ku divê hevdîtina her dû serokan sala bê be.”

Serokê Amerîkayê Trump piştî hevdîtina bi Putin re ya li Helsinkiyê ferman dabû şîretkarê xwe John Bolton da Putin dawetî Amerîkayê bike. Vê beyana Trump kiribû ku Demokrat û Kongreya Amerîkayê li dijî wî bertek nîşan bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin