PeyamaKurd – Wezîrê ewlehiyê û hem yê ji asayîşê berpirs yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, li ser mijara ku li Tel Aviv ê 7 kes bi erebê birîndar bûn, bang li Îsrailiyan kir ku çeken xwe bi xwe re bigerînin. Li gor ragihandina rojnama Times of Israelê; wezîr li ciyê bûyera ku ajotvanekî Fîlîstînî li Tel Avivê bi ereba xwe 7 kesan birîndar kir ku di nav wan de 3 ji wan rewşa wan girane, li ciyê bûyerê axifî û got:
“Ev car din nîşan dide ku gerandina sîlih ji bo Îsraîliyan çendîn bi bandor û pêwiste. Ez bang dikim ku çiqas Îsraîliyên xwediyê bi sîlihên rûxset hene bila çeka xwe li ser xwe bigerînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin