PeyamaKurd - Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê ragihand, ku Hêza Deryayî mijûlî çêkirina keştiyên binavî (Noqav) yên nû ye.
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê Hisên Xanzadî diyar kir, ku keştiyên binavî yên asta Fatih û Xedîrê tam xwecih in û li Îranê hatine çêkirinê û armanca me çêkirina keştiyên binavî yên giran e.
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê destnîşan kir, ku boykot ji bo hêzên çekdar ên Îranê derfeteke zêrîn bû, mînaka berbiçav a sûdwergirtina ji serdema boykotê, te’mîrkirin û nûjenkirina keştiya binavî ya asta Tariq e ku çend welatên din wê cûra keştiyê li oqyanûsa Hindê bi kar tînin lê bi vê ferqê ku ew ji bo te’mîrkirin û nûjenkirinê hêjî hewcedarê welatê çêkerê keştiyê ne. Eva li halekî ye ku pispor û ciwanên Îranî bi hewildana xwe karîn gemîyên wê astê te’mîr û biroj bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin