PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO=World Helath Organization) ragihand ku piştî li Sûriyê nexweşîna kolera destpêkiriye û heya niha, ji deh hezarî zêdetir kes bi kolerayê ketine. Rêvebirê giştî yê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, li navenda rêxistinê li Cenevrê civîna çapemeniyê ya heftane çêkir û li ser nexweşîna kolerayê ya ku li Sûriyê û Haitiyê belav bûye agahiyan da.
Ghebreyesus, ragihand ku li seranserê Sûriyê di 6 hefteyên dawiyê de ji deh hezarî zêdetir nexweşîn hatiye dîtin. Ghebreyesus, got ku mirov dikare rê li ber mikroba kolerayê bi aşiyê û ava paqij bigre. Hetta gelek kes nikarin alavên berlêgirtina kolerayê bidest bixin. Rêvebir her weha bang li xwediyên hilberînerên aşiya kolerayê kir ku aşiya kolerayê zêdetir hilberînin û bi rêxistina WHO yê re bikevin nav pêwendiyan.
Wezareta tenduristiyê ya Sûriyê do ragihand ku li Sûriyê ji ber nexweşîna kolerayê 39 kes mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin