PeyamaKurd - ESPNya Saziya weşana sporê ya herî mezin li Amerîkayê "Lîsteya 100 Sporvanên Herî Navdar ên Dinyayê" eşkere kir.
Di daxuyaniya ku ji hêla ESPNê hat dayîn de hat diyarkirin ku di rêza ewil de yarîzan Cristiano Ronaldoyê ji Portekîzê ku di tîma Real Madrîdê de ye, cih digire.
Tevlî îsal cara sêyemîn e ku ev lîste tê eşkerekirin û hat ragihandin ku ji ser medyaya civakî 121,7 milyon şopînerên Ronaldo hene û ew bi vê hejmarê di nav sporvanên li dinyayê da di rêza ewil da ye.
Hat gotin ku gogbazê 33 salî di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da heta îro 120 gol avêtiye û bi bergîdana 40 milyon dolarî jî pê ra peymanên sponsoriyê hatine kirin.
LeBron Jamesê ku lîstikvanê tîma Cleveland Cavaliers a di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) da ye jî di rêza duyemîn a lîsteyê da cih girt.
Di rêza sêyemîn a lîsteyê da jî gokbazê tîma Barcelonayê Lîonel Messîyê bi eslê xwe ji Arjantînê ye heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin