Rûsya di sûna F-35an de teklîfa firotina Su-57an kir

Rûsya di sûna F-35an de teklîfa firotina Su-57an kir

PeyamaKurd- Rûsya ragihand ku piştî Tirkiye ji hevpariya hilberîna F-35an hat derxistin, di şûna F-35an de teklîfa firotina Su-57an kir. Serokê şîrketa dewleta Rûsyayê ya Rostecê Sergey Çemezov got ger Ankara eleqedar bibe, ew dikarin balafirên şer yên Su-57an bifroşin wan û hem amade ne yekser sewqiyata wan bo Tirkiyê bikin.

Bendene ku testa balaifrên Su- 57an heya dawiya salê biqedînin û Su-57 hemtayên balafirên Amerîkayê yên F-35an e. Meha borî endamê konseya Xelkê û pisporê hewayî İgor Korotçenko gotibû ku ew dikarin bi Tirkiyê re bi hevkarî hilberîna Su-57an bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin