Hollanda bang li balyozê xwe yê li Îranê kir

Hollanda bang li balyozê xwe yê li Îranê kir

PeyamaKurd -  Piştî derkirina hejmarek fermanberên Hollandî ji balyozxaneya wan ya li Îranê, Wezareta Derve ya Hollandayê bang li balyozê xwe yê li wî welatî kir.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok li ser rûpela xwe ya Tiwîterê belav kir ku, welatê wî biryar da bang li, balyozê xwe ji Îranê bikin.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok da zanîn ku, biryara wan piştî wê yekê hat dema Îranê fermanberên balyozxaneya me derkirin û ev yeke nayê qebul kirin.

Berî niha Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok Îran bi kuştina du siyasetmedarên Hoollandî di sala 2015 de tawanbar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin