Ensarioglu îdîa dike ku Kurd ji tifaqa AKP-MHPê razî ne

Ensarioglu îdîa dike ku Kurd ji tifaqa AKP-MHPê razî ne

PeyamaKurd - Parlamenterê AKPê li Diyarbekirê Galip Ensarioglu, îdîa dike ku gelê Kurd li Tirkiyê ji tifaqa AKP-MHPê ne aciz û dê piştgiriya vê hevpeymanê bike, HDP jî dê di binê bendavê de bimîne.

Parlamenterê Kurd li ser lîsteya AKPê Ensarioglu, ji bo malpera Tirkiyeyê Duvarê axivî û diyar kir ku tifaqa wan digel MHPê ji mecbûriyetê ye, ji ber ku sîstem guherî û loma jî dê Kurd vê yekê fêm bikin.

Ensarioglu dibêje ev tifaq naşibe tifaqa 1991an ku Refahê dengekî mezin winda kiribû û wan dengê xwe li Kurdistanê zêde kiriye.

Herwiha îdîa dike ku HDP jî dê di binê bendavê de bimîne û nakeve parlamentoyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin