Li Venezuelayê erdhej çêbû! Hikûmetê hejmara miriyan ragihand!

Li Venezuelayê erdhej çêbû! Hikûmetê hejmara miriyan ragihand!

PeyamaKurd - Hejmara miriyên erdhejên bi pileya 7.5 û 7.2 li Venezuelayê gihîştiye 1943an, û 10,571 kes birîndar bûne.

Venezuelaya welatê Amerîkaya Başûr roja Çarşemê, 24ê Hezîranê, bi du erdhejên bihêz, pêşî bi pileya 7.2 û dû re jî bi pileya 7.5, karesatek dît.

Piştî erdhejên ku bûn sedema wêraniyek berfireh, li welêt rewşa awarte hate ragihandin.

Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS), di erdhejên ku 16 kîlometre li başûrê rojavayê Moron li eyaleta Carabobo qewimîn de gelek avahî hilweşiyan.

Serokê Parlamentoya Venezuelayê Jorge Rodriguez ragihand ku hejmara miriyên erdhejên ku yek ji karesatên herî xirab ên dîroka welêt e, gihîştiye 1943an, û 10,571 kes birîndar bûne.