Protestoyên Fransayê: Macron peyameke tund da

Protestoyên Fransayê: Macron peyameke tund da

PeyamaKurd - Li Fransayê xwepêşandanên Êlekzeran ên li dijî bihayî û xirabûna mercên jiyanê bûn sedema aloziyên mezin li welêt û tevî binçvkirina bi sedan kesan, gelek kes jî birîndar bûn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê protestoyên li dijî bihabûna jiyanê de peyamek belav kir û tekez kir ku di komara wan de bi ti awayî cih ji tundûtûjiyê re nîne.

Macron li ser hesabê xwe yê medyaya civakî piştgiriya xwe bo hêzên ewlehiyê anî ziman û destnîşan kir, ew kesên ku tiştan dişkînin, êrîşî parêzgeh, kargeh û şaredariyan dikin dê werin darizandin û cezakirin.

Macron, diyar kir ku li dijî wan kesên tovên kaosê diçînin ew ê mil bidin hev û rê nedin rûxandina dezgehan.