KCK/PKK: Federasyona Başûr destkefta hemû gelê Kurdistanê ye

KCK/PKK: Federasyona Başûr destkefta hemû gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK/PKKê biryarên Bexdayê yên li ser zeviyên petrolê û deriyên sînorî wekî destwerdana rasterast a li Herêma Kurdistanê û vegerandina bo aqilmendiya navendîtiyê bi nav kir, tekez kir ku divê Bexda ji vê biryarê paşve bikişe û banga yekrêziyê li aliyên Kurdî kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro Înê daxuyaniyek li ser biryar û gotinên berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê belav kir û tê de tekez kir ku biryara Bexdayê destwerdana rasterast a li Başûrê Kurdistanê ye.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku Serokwezîrê Îraqê eşkere kiriye ku biryara radestkirina zeviyên petrolê û deriyên gumrikî yên Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî daye, ev yek jî bi maneya veguhastina temam a çavkaniyên darayî yên federasyona Başûrê Kurdistanê bo Bexdayê tê.

KCKê amaje bi wê yekê jî kiriye ku bêparkirina civak û sîstemeke siyasî ji çavkaniyên darayî bi manaya xistina bin paşkotiyê, sînordarkirina aliyên sereke yên jiyanê û destwerdana rasterast di qada jiyana xelkê Başûrê Kurdistanê de tê.

KCKê bi bîr jî aniye ku piştî nemana rejîma Beisê di sala 2003ê de, destûreke nû hat nivîsîn û federasyona Başûrê Kurdistanê wekî pêgeheke destûrî hat qebûlkirin, lewma vegerandina Hikûmeta Îraqê ji bo aqilmendiya navendîtiyê û sînordarkirina mafên Herêma Kurdistanê pêngaveke şaş e û pirsgirêkên cidî ji bo aramî û yekîtiya demokratîk a Îraqê çê dike. Tekez li ser wê yekê jî kiriye ku divê Bexda ji vê pêngava şaş paşve biçe.

Li ser helwesta navxweyî jî, KCKê piştrast kiriye ku federasyona Başûrê Kurdistanê destkefta têkoşîna gelê Başûr û tevahiya gelê Kurdistanê ye û hemî gelê Kurd û hêzên siyasî xwedîtiyê li destkeftiyfên wê dikin. Daxwaz jî kiriye ku aliyên Kurdî aqilmendiya yekîtiya demokratîk bikin bingeh û di vê qonaxê de ji bo parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê bi yekrêzî pêngavan biavêjin.